Grilled Cheese

ExploreLog inSign up

Brahîmê Alûcî

@brahimaluci.bsky.social

130 Following249 Followers

Jiyan bi kurdî xweş e. ژیان ب کوردی خوەشە

زمانی ئێمە شەرەف و نامووسی ئێمەیە

Zimanê me, şeref û rûmeta me ye

https://brahimaluci.blogspot.com/?m=1

PostsRepliesMedia
@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:53 PM

Der-ezî (non-ego): Her tiştê ku ne beş û binbeşek ji eziyê (ego) ye, weke cihana derxweyî (external world), heyber (object) û carinan naveroka derhişiyê (unconscious) ye. Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:53 PM

Biyanîbûna eziyê (ego alien): Fikr û raman (thoughts), hest an reftar û tevgerên ku bi wêneyê xwe yê takekesî re li hev nayên û weke "biyanî" têne hîskirin. Mînak: fikr û ramanên bi asûwas (obsessions) di nexweşiya obsesîf-kompûlsîf (OCD) de ku bi navê eziya-dîstonîk (ego-dystonic) jî tê zanîn.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:53 PM

Îdeala eziyê (ego ideal): Wêneyê kamilbûyî yê ku takekes dixwaze pê bigihîje. Bi wijdan û hişmend (conscience), nirxên sinc û exlaqî (moral values) û bilindeziyê (superego) ve girêdayî ye.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:53 PM

Nasnameya eziyê (ego identity): Hesta domdar a yekîtî û berdewamiyê ya takekesî li ser xwebûna (self) xwe. Têgeheke Erik Erikson e di warê geşedana derûncivakî (psychosocial development) de.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:53 PM

Cemseriya heybera eziyê (ego object polarity): Dijberiya bingehîn a di navbera eziyê (ego) weke kirde (subject) û heyber (object) de, ango cudahiya "ez" û "ne-ez".

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:52 PM

Rageşiya eziyê (ego anxiety): Guman û rageşiya (anxiety) ku ji tehdîdên rastiyê (reality), nizimezî (id) an bilindeziyê (superego) ber bi eziyê (ego) ve tê û mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) çalak dike.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:52 PM

Barê eziyê (ego cathexis): Vejena derûnê (psychic energy), ango libîdo, ya ku li ser eziyê (ego) tê veberhênan, weke narsîsîzm (narcissism) an ji-xwe-hezkirin.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:52 PM

Erka eziyê (ego function): Karên sereke yên eziyê (ego): ceribandina rastiyê (reality testing), kontrol (control), ramîn (thinking), pêşbînî (anticipation) û adaptasyon (adaptation) e.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:51 PM

Qeweta eziyê (ego strength): Kapasîteya eziyê (ego) ji bo tehemûlkirina stres, guman, fikar û rageşiyê (anxiety), û arezû û daxwazan bêyî ku têk biçe û bi rastiyê (reality) re hevsengiyê biparêze.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:51 PM

Bergiriya eziyê (ego resistance): Berxwedana eziyê (ego) li hemberî hatina naveroka tepisandî (repressed) ber bi hişmendiyê (consciousness) ve di dema terapiyê (therapy) de.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:51 PM

Derûnterapiya eziyê (ego psychotherapy): Tedawiyeke derûnî ye ku eziyê (ego) xurt û qewîn dike û ceribandina rastiyê (reality testing) û rêveberiya fikar û rageşiyê (anxiety) baştir dike.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:50 PM

Nestên eziyê (ego instincts): Nestên saxmayîn û xwe-parastinê (self-preservation), li hemberî nestên zayendî (sexual instincts) di bîrdoziya destpêkê ya Freud de.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:50 PM

Noroza eziyê (ego neurosis): Nexweşiyeke derûnî ye ku ji nakokiya eziyê (ego) ya bi arezû û daxwazên nizimezî (id), tehdîdên bilindeziyê (superego) û zextên rastiyê (reality) derdikeve holê.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:49 PM

Rewşên eziyê (ego states): Awayên cuda yên hestkirin û reftar û tevgerê di takekesekî de. Di danûstendinê de sê rewş hene: Dêûbav (parent), kamil (adult) û zarok (child).

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:49 PM

Geşedana eziyê (ego development): Pêvajoya avabûn û gihîştina eziyê (ego) ji zarokatiyê (childhood) heta kamilbûn û mezinbûnê, bi rêya pêwendiyên bi derdorê re.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:48 PM

Derûnnasiya eziyê (ego psychology): Dibistaneke derûnkoleriyê (psychoanalysis) ye ku girîngiyê dide kar û adaptasyona (adaptation) xwebûn (self) û eziyê (ego), ne tenê li ser dozîn û nestan (instincts) disekine.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:48 PM

Berevaniya eziyê (ego defense): Rêbazên derhişî (unconscious) yên eziyê (ego) ji bo berevanî û parastina xwebûna (self) xwe ji fikar û guman û rageşiyên (anxiety), weke înkar (denial), tepisandin (repression) û rengvedanê (projection).

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:47 PM

Dahûrîna eziyê (ego analysis): Lêkolîna kar û mekanîzmayên eziyê (ego) di derûnkoleriyê (psychoanalysis) de, bi taybetî li ser awayê ku ezî bi arezû û daxwazan û bi rastiyê (reality) re mijûl dibe.

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 7:47 PM

Girêka eziyê (ego complex): Komeke fikir û ramanan, hest û bîranînan e ku li dora eziyê (ego) kom dibin û navenda hişmendiyê (consciousness) pêk tîne. Têgeheke Carl Jung e; derûnnasiya dahûranî (analytical psychology).

@brahimaluci.bsky.socialOct 12, 2026, 8:03 AM

. Di wê navendê de salona sînemayê, cihê panel, semîner û konferansan, cihê xebatên curbecur, kitêbxaneyeke mezin û gelek tiştên din hebûn. Min bi xwe jî li ser derûn û derûnnasiyê li wir gelek panel û semîner pêşkêş kirin.

Older posts
Terms of UsePrivacy PolicyCommunity StandardsHelpGet the app

Grilled Cheese is a product of Village Compute

Version devBuilt at: 2026-10-12 04:31:30 EDT